Pakêtên alîkariyê yên rojnamegerên jin hatin astengkirin 2023-03-16 13:04:30     ENQERE - Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo mexdûrên erdhejê pakêtên taybet amade kirin xwestin bi rêya ÎHD'ê û HDP'ê bişînin, lê pakêtên girtiyan ji hêla rêveberiya girtîgehê ve hatin astengkirin, li girtiyan hat ferzkirin ku pakêtên xwe bişînin AFAD'ê.    Rojnamegerên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ji bo mexdûrên erdhejê pakêtên taybet amade kirin. Rojnameger xwestin bi rêya Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bişînin herêmên erdhejê. Lê belê rêveberiya girtîgehê şandina pakêtan asteng kir. Li girtiyan hat ferzkirin ku pakêtan bişînin AFAD'ê.    Derbarê mijarê de nûçegihana me Oznur Deger nameyek ji rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol re şand û bal kişand ser rewşa heyî. Oznur, di nameya xwe de wiha bal kişand ser astengiya pakêtên alîkariyê: "Li Tirkiyeyê gel tora piştevanî û alîkariyê ava kir. Me jî xwest em ji herêmên erdhejê re pakêtên alîkariyê amade bikin û piştevaniya mexdûrên erdhejê yên jin bikin. Me alvên paqijiyê ji kantinê girt û me xist nava koliyan. Ji ber ku baweriya me ji AFAD û Kizilayê nayê me xwest em pakêtên xwe bişînin ÎHD'ê û HDP'ê.    Me ji rêveberiya girtîgehê re ragihan lê bersiva neyînî dan. Em baş dizanin ku mafê me yên bingehîne ku em bi kargoyê koliyan bişînin. Rêveberiya girtîgehê bi israr li me ferz dikin ku em pakêtên xwe bişînin AFAD'ê. Lê em vê tiştî qebûl nakin."