Li Şêxmeqsûdê ji bo Helebceyê rêzgirtin 2023-03-16 12:16:10   HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji bo Helebce welatî daketin qadan û çalakiya rêzgirtinê li dar xistin.    Ji ber salvegera Komkujiya Helebceyê ku 16'ê Adara 1988'an ji aliyê rejîma Baas ve hate kirin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakiya şermezar kirinê hat lidarxistin. Ji bo biranînê 5 deqiqe rêz hat girtin. Endam û nûnerên gelek saziyên sivîl û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevlî çalakiyê bûn. Welatiyên ku daketin qadan 5 deqiyeyan rêz girtin.    Çalakiya rêzgirtinê piştî dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.