Agirê Newrozê li Kobanê jî hat pêxistin 2023-03-15 14:03:05     KOBANÊ - Agirê Newrozê li navçeya Şêran a Kobanê hate dadan. Li dora agir govend hate gerandin û ji bo azadiya Rêberê PKKK'ê Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin.   Bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin û dagirkeriyê têk bibin" agirê Newrozê îro li navçeya Şêran a li rojhilatê Kobanê gur bû.   Piştî dadana agirê Newrozê, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.   Piştre jî Litfiye Mehmûd axivî û Newroz li berxwedêran hemûyan pîroz kir.   Litfiye Mehmûd got, "Agirê Newrozê bi bedena Mazlûm Dogan geş bû. Bi saya Mazlûm Dogan û Hawayê Hesinkar em Newrozê pîroz dikin. Li ser şopa Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan em ê di 21'ê Adarê de berxwedana xwe xurtir bikin û azadiyê teqez bikin."