Ji bo zarokên erdhejzede bername 2023-03-14 21:20:40   HATAY- Piştevaniya Erdhêjê ya Hatayê, li gundê Dursunlu bi zarokên erdhejzede re hatin gel hev û lîstik lîstin.   Piştevaniya Erdhêjê ya Hatayê,  li gundê Dursunlu ya girêdayê Defne ya Hatayê bi zarokan re hatin gel hev. Mamosteyên dildar bi zarokan re lîstikên cur bi cur lîstin û zarokan eleqeyek mezin nîşan da.    Piştî bernameyê pêlîstok li zarokan hatin belavkirin.