Navê Fîdan Dogan wê li bajarê Rennesê li qadekê bê kirin 2023-03-14 16:00:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Navê Fîdan Dogan ku yek ji şoreşgera Kurd bû li Parîsê hate qetilkirin, wê li bajarê Rennesê li qadekê bê kirin.   Meclîsa Jinê ya Rennesê, Meclîsa Gel a Amara û Komeleya Dostaniyê ya Kurd Broton ji bo navê Fîdan Dogan (Rojbîn) li kolan an jî qadekê bê kirin, dosya û pêşnûmeyek amade kirin. Di Gulana 2022'yan de pêşkêşî Şaredariya Rennesê kirin û di nava salê de têkildarî pêşnûmeyê hevdîtin bi şaredariyê re hatibû kirin.   Meclîsa Şaredariyê ya Rennesê ji bo nîqaşkirin û dengdana li ser pêşnûmeyê li hev kom bû.   Piştî axaftina li ser mijarê dengdan hate kirin û biryar hate dayin ku li qada ku navê Fîdan Dogan lê bê kirin tabloyên dîwar ên li ser biyografî û têkoşîna Fîdan Dogan bêne bicihkirin.