Li Colemêrgê xwendekar jehrî bûn 2023-03-13 16:14:23   COLEMÊRG - Li dibistana gundê Dêlezê yê Geverê nêzî 30 xwendekaran  ji ber xwarinê jehrî bûn.    Li Dibistana Seretayî û Navîn a Abdulkadîr Alkan a li gundê Dêlezê yê Gevera Colemêrgê, nêzî 30 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. Hat zanîn ku xwendekar ji dewê dîroka wî derbas bûyî û donera hatiye dayîn jehrî bûne. Piştî agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê li dibistanê hatin veguhestin û mudaxilaya ewil hate kirin. Piştre jî xwendekar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hat zanîn ku rewşa xwendekaran baş e.