Li Efrînê avahiyên Mêtingeriyê tên avakirin 2023-03-12 14:22:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya bi navê 'El Eyş Bîkeramê(Bi rûmet bijî)' a îxwanî ya filistînî bi hevkariya komeleyeke tirk dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê li gundê Maratê yê 6 kîlometre li rojavayê navenda Efrînê ye dike ku malbatên çeteyan û niştecihên li herêmên Sûriyeyê bi cin bike.   Di çarçoveya guhartina demografiya Efrîna dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen de, komeleya 'El Eyş Bîkeramê' ya îxwanî bi hevkariya komeleyeke tirk dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê li ser 10 doniman li derdora gundê Maratê yê li rojavayê Efrîna dagirkirî dike.   Li gorî nûçeya Ajansa Hawarê (ANHA) çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî dane zanîn ku niha nêzî 100 malî li ser 40 metreyî tên avakirin.   Her wiha kiryarên avakirina avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê bi armanca guhartina demografiya herêmê, berdewam in.