Piştevaniya ji bo berxwedana 'Jin jiyan azadî' zêde dibe 2023-03-12 13:35:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê êrişên bi gazên jehrî yên li ser dibistanên keçan zêde dibin. Rayedarên rejîma Îranê îdia dikin ku wan gelek kes ji ber êrişan girtine. Li gelek welatan jî li dijî van êrişan nerazîbûn û çalakî tên lidarxistin.   Zêdetirî sê mehin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi gazên jehrî êrişî dibistanên keçan tên kirin û heta niha herî kêm 4 xwendevanên keç jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran xwendevan jahrî bûne û rakirine nexweşxaneyan.    Li gor agahiyan duh jî herî kêm li 12 dibistanên li bajarên Sine, Xuzistan û Gîlan bi gazên jehrî êrişê ser dibistanên keçan hatine kirin. Li bajarê Sine li dijî du dibistanan bi gazên jehrî êriş pêkhat, tendirustiya gelek xwendevanên keç xirab bû û rakirin nexweşxaneyan.   Zêdetirî heft hezar xwendevan jahrî bûne   Êrişên ku zêdetirî sê mehin li 28 bajarên Îranê rû dane û ji ber êrişan zêdetirî heft hezar xwendevanên keç bi jahrî bûne û rakirine nexweşxaneyan, rayedarên rejîma Îranê li ser êrişan daxuyaniyên bi nakok û dijhev didin. Herî dawî desthilata dadwerî ya Îranê di daxuyaniyek de got: “Ji kesên gihandine nexweşxaneyan tenê ji sedî 10’ê wan ji ber gazek sivik û bê ziyan a ne leşkerî tendirustiya wan xirab bûye, ji sedî 90’ê din ji ber bandora rewşa derûnî û tirsê tendirustiya wan têkçûye.”   Daxuyaniyên bi nakok ên rejîmê   Li aliyê din wezareta karên hindir a Îranê jî di daxuyaniya xwe ya çarem a di derbarê êrişan de, îdia kir ku wan nêzî 100 kesan bi tometa tevlî êrişên bi gazên jehrî bûne binçavkirine.  Her wiha wezaretê îdia kir ku hinek kesên hatine binçavkirin, tenê ji bo ragirtina dewamê bi rêya madeyên bêhna wan nexweş û bê ziyan hewil dane dewama dibistanan ragirin.   Lê ev daxuyanî û îdiayên rejîmê nebûne sedem ku nerazîbûnên li dijî van êrişan bisekinin. Hem li nava Îran hem jî li dervey Îranê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişan berfireh dibin. Divê çarçoveyê de duh li nêzî 70 navendên cûda yên cîhanê Kurd û hemwelatiyên Îranê li dijî êrişên bi gazên jehrî çalakî li dar xistin. Piştgiriya xwe bi serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ re nîşandan.