Li Mexmûrê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konê çalakiyê 2023-03-12 12:29:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi dirûşma "Jin Jiyan Azadî", "Serbixwe Azadî" ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konê çalakiyê hate vedan.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi dirûşma, "Jin Jiyan Azadî", "Serbixwe Azadî"  ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan konê çalakiyê hate vedan. Konê çalakiyê wê her hefte li semtekê were vedan ku wê heta 4’ê Nîsanê berdewam bike.   Çalakiya konvedanê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê ciwanên wargehê daxuyanî hat dayîn daxuyanî ji aliyê Roj Yildiztan ve hat xwendin.