'Me ji Riha heta Enqerê korîdora edaletê vekir' 2023-03-12 12:20:35     RIHA -  Malbata Şenyaşar di roja 720’an a çalakiya Nobeta Edaletê de wiha got: “Yên ku bêedaletiyê dibînin lê dîsa jî xwe bêdeng dikin, neçarî têkçûnê ne. Me di navbera Riha û Enqerê de korîdaroa edaletê vekir.”    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 720’an de berdewam dike. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê çalakî li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bi dîmenekî ev peyam parve kir: “Me di navbera Riha û Enqereyê de korîdora edaletê vekir. Navê vî korîdorê, korîdora edaletê ye. Yên ku bêedaletiyê dibînin lê dîsa jî bêdeng dimînin, neçarî tekçûnê ne.”