Ji komkujiyê berbi serhildan û şoreşê… 2023-03-12 12:14:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Komkujiya 12’ê Adarê ya li Qamişlo û serhildana gel a piştî wê bi şoreşa gelan re piştî salan veguherî jiyana hevpar û nû.   Serhildana gel a ku piştî komkujiya Qamişlo ya Rojava di 12’ê Adara 2004’an de pêk hat, 19 sal li pey xwe hişt. Başe gelo çi bû sedem ku ev qetlîam paşê veguherî serhildanê.    Di 12’ê Adarê de li Stadyûma Şaredariyê ya Qamişlo pêşbirkek hebû ku rêveberiya Şamê navê wê kiribû Stadyûma 7'ê  Nîsanê. Tîma Cîhad a Qamişlo û Tîmên Futbolê yên Fitîwe yên Dêrezorê dihatin pêşberî hev. Alîgir ji bo vê Stadyûma Şaredariyê tije dikin.   Beriya maça ku wê saet 14.00' an dest pê bike, temaşevan birin stadyumê. Lêbelê, tiştek balkêş diqewime. Alîgirên tîma Fîtîweyê yên ji Dêrezorê tên dema dibin stadyûmê li ser wan lêgerînê nakin. Li aliyê din alîgirên tîma Cîhadê lêgerîneke berfireh li wan tê kirin. Her tişt tê desteserkirin, heta bi şûşeyên avê.    Dirûşmên nîjadperest tên berzkirin   Kesên ku beriya pêşbirkê ji Dêrezorê anîn û diyar kirin. ku alîgirên Fitîwe ne, dema lîstikvan hatin stadyumê dest bi qîrîna dirûşmeyên nîjadperest kirin. Van kesan bi qîrîna dirûşman re heqaret li Kurdan kirin û dirûşên ku aligirya Seddam Huseyîn dikirin qîriyan. Herwiha vê komê êrîşî alîgirên tîma Cîhadê jî kir. Leşker û polîsên girêdayî rêveberiya Şamê mudaxeleyî êrîşan nekirin, berovajî vê stadyum dorpêç kirin. Herwiha waliyê wê demê yê Hesekê jî fermanê dide ku alîgirên tîma Cîhad bên gulebarankirin. Di gulebaranê de 2 jê zarok 9 kes hatin kuştin.   Êrîşî merasîma cenaze kirin   Komkujî bi vê re sînordar namîne. Dotira rojê rêveberiya Şamê ji Reqa û Dêrezorê hêzên xwe tîne  û hewl dide ku nehêle gel tevli merasîma cenaze bibe. Di merasîma cenaze de dîsa êrîş li gel tê kirin û jin û zarok jî di nav de 24 kes tên qetilkirin, bi dehan kes birîndar dibin û bi sedan kes jî tên binçavkirin.  Çarenivîsa hinek ji wan kesên ku wê demê hatibûn binçavkirin hîn ne diyar e.   Serhildan li Şam û Helebê belav bû   Tevî êrîşên rêveberiya Şamê, komkujî û piştre êrîşa li dijî merasîmên cenazeyan, li qadeke berfireh ku ji bajarên Rojava dest pê dike heta Heleb û Şamê, veguherî serhildaneke gel. Hate diyarkirin ku di êrîşên li dijî serhildana gel de 38 kes hatine qetilkirin.   Bersiva şoreşgerî   Gelê ku piştî komkujiya 12'ê Adara 2004'an ji aliyê rêveberiya Şamê ve hat kirin serî hilda, bi bîranînên kesên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane,, berxwedana xwe mezintir kir. qirkirin. Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an hişt ku gel bi hev re jiyaneke hevpar û nû ava bikin. Îro gelên hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê hem jiyanek nû ava dikin hem jî bi hev re li dijî êrîşan şoreşê diparêzin.