Li Dîlkanê kavil nayên rakirin 2023-03-12 09:03:33     Marta Somek   SEMSÛR - Li Dîlkanê ku bi erdhêjê re hemû hilweşiya û gundiyan bi derfetên xwe rê vekirine, kavilên wê hîna nehatine rakirin.   Piştî erdhêja navenda wê Mereş bû 11 bajar bi bandor bûn û bi dehezaran kes di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van bajaran jî Semsur bû. Rayedar û AFAD di roja 6’an de çûn Semsurê li kavilan meze kirin û derketin. Welatiyan bi derfetên xwe cenazeyên xwe derxistin û bidehezaran kes bê kefen û bê şûştin hatin definkirin.   Riya gundê Dîlkan nayê vekirin   Yek ji gundên girêdayê Semsurê, Dîlkan ku bi tevahî hilweşiya hîna kavilên wê nehatine rakirin. Li gund 46 kes di bin kavilan de jiyan axwe ji dest dan. Ji ber rê girtîbûn jî cenaze piştî rojan şûnde hatibûn girtin. Şêniyên gundiyê Dîlkanê ji ber rewşa ku nikaribûn bijîn neçar man koç bikin. Şêniyên gundiyan tiştên jiyan ji ajansa me re wiha vegotibûn: “Em li gund bimana em ê di bin kavilan de bimana. Hemû gundiyan koç kir. Berf barî. Xanî hilweşiyan. Mirin zêde bûn. Me ji bo cenaza bi derfetên xwe kepçe birin û me sê rojan nikaribû xwe bigihînin gund. Cenaze 3-4 rojan bin kavilande man.”   Bi derfetên xwe kavil rakirin   Şêniyên gund ji bo rê vebibin serî li Îdara Taybet a Semsur û Midûriyeta Karê Avê ya Semsûrê dan û rayedaran bersiva ‘destê me de ekipman, loder kepçe tune. Hûn biçin vebikin em mazota we didin’ dabû. Gundiyan çend roj bere bi TIR’ê keçpe birin gund û bi derfetên xwe rê vekirin.   Her wiha xaniyên xesara wan pir giran bû gundiyan bi derfetên xwe hilweşandin. Lê vê carê jî kavilên wan nayên rakirin. Gundî diyar dikin ku ev kavil demildest rabin û vegerin jiyana xwe ya berê.