Ji jinan panela li ser aloziya li Sûriyeyê 2023-03-11 17:05:02     Mîdye Miqted   HELEB - Di encama aloziya Sûriyeyê ya giran de jin bi hemû cureyên astengiyan para xwe ji vê aloziyê girt lewma jî bedelên giran dan.    Li ser mijara zelakirina rewşa jinê ya di nava salên dirêj ên aloziya Sûriyeyê, derbaskirina astengiyan ji aliyê Meclîsa Jinê ya Sûriyeya Demokratîk ve panel li Taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hat lidarxistin. Panel li hola MSD'ê hat li darxistin. Bi amadebûna Nûnerên Partiyan, xwendekarên zanîngehan û jinên ku bi raya giştî re têkildar in panel hat lidarxistin. Di panelê de pankarta bi nivîsa “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê  ve” hat lidarxistin   Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Mecilîsa Jinê ya Sûriyeya Demokratîk Zêneb Qember ve hat kirin.   Têkoşîna jinê berdewam e   Zêneb di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Bi rihê hemû jinên ku di dîrokê de têkoşîn kir û li berxwe dan em têkoşîna xwe didin berdewamkirin lewma weke jinên li Sûriyeyê barekî pir giran li ser milê me ye û hîna jî barên pir giran dikeve ser milê me. Ji bo çareseriya pirsgirêka azadiya jinê, têkoşîna me ji bo azadiya welat, civak, zayend û jinê bi taybet hîna mayînde ye. Ji ber azadiya civakekê bê guman bi azadiya jinê ve girêdayî ye.”   Piştre beş ji aliyê Endama Meclîsa Jin Sara Xelîl ve hat xwendin.   Çareseriya aloziyê bi hebûna jinê ya di çareseriyê de gengaz e   Di beşê de wiha hat gotin: “Dema ku em li rastiya Sûriyeyê ji destpêka aloziyê de dinirxînin, em dibînin ku girîngiyeke pir xurt a pirsgirêk û astengiya jinê ku di derbarê vê aloziyê de kişandî heye. Lê ji ber ku jin cihekî xwe ya girîng di civaka îro de digire û bûye bingeh êdî tu alozî nikarin bêyî jinê werin çareserkirin û li milekî din dema ku pirsgirêka jinê neyê çareserkirin ji aliyên siyasî, civakî û leşkerî wê alozî wê were dewamkirin."    Her wiha barê herî giran dikeve ser milê jinê da ku bikaribe vê aloziyê çareser bike û planan ji bo çareseriya vê aloziyê bide ji ber ku hebûna jinê di çareseriya van aloziyan girîng e ku em di nava sînorên Sûriyeyê bi giştî bigirin dest.   Ji destpêka dîrokê de jin ji hemû aliya ve hatiye tunekirin   Hevseroka Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Leyla Xalid axivî û wiha got: “Ji bo naskirina rewşa jin û civakê pêwîstî bi dahurandina dîrokî heye ku em bikaribin bi riya wê hemû alozî û pirsgirêkan bidin ber çareseriyekê ji civak, jin û malbatê dest pê bikin.”    Leyla wiha axaftina xwe berdewam kir û got: “Dîrok dide îsbatkirin ku zihniyeta desthiledar zêdetir êrîş bir ser pêşketinên jinê yê ku di şoreşa Neolotîkê de derxistiye pêş ku ji birêvebirina mirovan ber bi pêşketina şaristaniya mirovan xebat kiriye. Her wiha zîgurat jî ji dema  desthiledariya Sumeran ve hatiye çêkirin ku di encamê de jin hatiye biçûkxistin her wiha jin kiriye para xwe û xwe li ser xwedawendiya jinê kirin xweda û bi carekê li kêleka jinê nesekinî ev yek jî bi xwe re jinê di civakê de tune kir, ji cewherê wê bi dûr xistin lewma di aloziya Sûriyeyê de hemû cureyên îşkenceyê li jinê hat kirin.”    Her wiha Mamoste Şînme Xilo wiha axivî û got: “ Bi boneya 8’ê adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ez vê rojê di destpêkê de li hemû jinên cîhanê û bi taybet li jinên Sûryeyê pîroz dikim ku li me dikeve ku em bi azadî û bi rûmet bijîn.”   Şînme di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di derbarê hemû şerên ku di cîhanê de qewimîne zêdetir jinê êş û alozî kişandine, ev şer jî bi hezara welatiyên Sûriyeyê koçber kirin ji mal û milkê wan derxistin û kirin qurbaniya aloziya xwe, lê bêhtir jin astengî jê kişand da ku bigihêje jiyanek bi rûmet û azad. Dewleta tirk a dagirker jî êrişî jinê kir û bi taybet jina kurd."