Bi girseyî serdana şîna Halîse Dorûdemîr hat kirin 2023-03-11 16:28:19     AMED - Rêxistinên sivîl û partiyên siyasî serdana şîna Halîse Dorûdemîr a dayika girtiyê 28 sal ku duh wesayîta polîsê sivîl lê qelibî û jiyana xwe ji dest dabû, kirin.    Dayika Mahfûz Dorûdemîr ê 28 sal in girtî, Halîse Dorûdemîr a li konbajarê li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiye çêkirin dimîne, dema li ser rê derbas dibû, wesayîta polîsek sivîl lê qelibî. Halîse di encama qezayê de jiyana xwe ji dest da. Kesek ku alîkariya Halîse dikir û nav nehat zanîn jî bi giranî birîndar bûye. Cenazeyê Halîse piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin.     Ji bo Halîse li Mala Şînê ya Odabaşi Bal a li navçeya Rezanê şîn hat dayîn. Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan, Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Zekî Baran, rêveberên HDP, DBP’ê, MEBYA-DER’ê, TUAY DER, MED-DER û gelek welatî çûn serdana şîna Halîse û ji malbatê re sersaxî xwestin.