'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 719 roj in didome 2023-03-11 12:27:11     RIHA -  Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 719’an de berdewam kir û li ser medyaya dîjîtal ev peyam hat parvekirin: “Heke li cihekî tekoşîn hebe li wir hêvî jî heye."   Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 719’an de berdewam dike.   Ji ber ku roja şemiyê ye û edliye girtiyê Malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê domand û li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Heke li cihekî tekoşîn hebe li wir hêvî jî heye. Ked û piştevaniya jinan li ku hebe teqez serkeftin li wir heye. Li Rihayê li dijî Nemrûdan Îbrahîm dê serbikevin.”