'Divê stargehên ji bo parastina jinan bên vekirin' 2023-03-11 12:26:33     NAVENDA NÛÇEYAN - Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand di sala borî de 895  jinan serî li stargehên jinan dane. Jinên Helebceyê dixwazin li parêzgeha wan stargeh û rêveberiyek tundûtujiyê bê vekirin.   Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di sala 2022’yan de li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helebce û îdareya Germiyan bi giştî 895 jinan serî li stargehên jinan dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin heta ku maf û karûbarên van jinan ên yasayî temam dibin, wê ew jin ji bo parastina ji metirsiyan di van stargehan de bimînin.   Hat diyarkirin ji vê hejmarê ji sedî 28’ê wan jinan li Hewlêrê, ji sedî 43 li Silêmanî, ji sedî 28 li Dihokê û ji sedî 1 jî li stargehên jinan ên li îdareya Germiyan hatine bicih kirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye heta niha li parêzgeha Helebce û îdareya Soran stargehên jinan nîne. Gelek caran daxwaz hatiye kirin li van her du cihan stargehên jinan werin avakirin. Her wiha li îdareya Germiyanê jî hejmara stargehan kême û daxwaz tê kirin cihek mezintir ji bo jinan were avakirin.   Derbarê mijarê de jinên Helebceyê ji Rojnews re axivîn. Derbarê mijarê de lêkolînera civakî Şeyma Celal destpêkê xwest şîdeta li ser jinan dawî bibe û wiha pêde çû; “Dixwazîn jin hişyar bin û bikaribin daxwaza mafê xwe bikin, pêwîste ji bo bidestxistina mafên xwe dev ji têkoşînê bernedin.”   Derbarê heman mijarê de derûnnas  Şehên Umer jî got: “Hêvîdarim 8’ê Adarê ji bo jin bi hev re dijî pirsgirêkan têbikoşin, bibe destpêkek. Li gorî cihên din li Helebceyê kêmtir tundûtujî heye, jin ji bo bi destxistina mafên xwe hişyartirin. Lê nayê wateya wê ku em bêjin tundûtujî nîne, em dixwazin rêveberiyên tundûtujiya dijî jinan û stargehên ji bo parastina jinan werin vekirin.”   Aktivîsta mafê jinan Kewser Mihemed jî xwest roja 8’ê Adarê bibe xalek hevbeş ya hêzkirina jinan û got; “Hêvîdarim jin jî bikevin nava qada siyasî û civakê, heya radeyek rewşa jinan li Helebceyê ber bi başiyê çûye. Piraniya wan karmendin û rêveberiyên parêzgehê di destê jinan dene.”