Helen Krulich jiyana xwe ji dest da 2023-03-11 12:14:03     NAVENDA NÛÇEYAN - Helen Krulich ku li gel Dr. Abdurrahman Qasimlo tevlî têkoşîna kurd bû û pirtûkek bi navê “Li welatê kurdan jinek Ewropî” nivîsandiye, jiyana xwe ji dest da.   Helen Krulich duh di 89 saliya xwe de, li Parîsê jiyana xwe ji dest da. Helen di sal 1934’an de li Çekya’yê hatiye dinê. Di destpêka salên 1950’yan de dema li zanîngehê bû, Sekreterê Giştî yê Partî Demokratî Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Dr. Abdurrahman Qasimlo nas kir û zewicîn. Du keçên wê yên bi navê Mîna û Hîwa hene.   Helen piştî demekê li gel Dr. Abdurrahman Qasimlo derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Di nava PDK-Î û civakê de bi navê Nesrîn Xanim hat naskirin. Li dol, newal û çiyayên Rojhilatê Kurdistanê wekî pêşmergeyekê tevgeriya. Têkoşîn û bîranînên xwe jî, di pirtûka bi navê “Li welatê kurdan jinek Ewropî” de weşandin.   Dema ku sala 1989’an Dr. Abdurrahman Qasimlo li Viyanayê ji aliyê îstîxbarata rejîma Îranê ve hat qetilkirin, Helen li Parîsê bi cîh bû. Helene duh di 89 saliya xwe de, li Parîsê jiyana xwe ji dest da.