Gumanbarê destdirêjî li du zarokan kiribû hat girtin 2023-03-10 20:45:57   DÊRSÎM- Li Xozat a Dêrsîmê gumanbarê ku destdirêjî li du zarokan kiribû hat girtin.   Li navçeya Dêrsîm a Xozatê zarokekê ji mamoteyê xwe yê rehberê re diyar kiribû ku 4 sal berê mêrê bi navê S.Y destdirêjî lê kiriye û li ser vê mamosteyê agahî da Midûriyeta Emniyetê. Zarok sewqî Navenda Şopandina Zarokan a Elezîzê hatkirin û îfadda wê hat girtin.  Piştî îfada zarokê gumanbar S.Y hat binçavçakirin û ji sûcê ‘istîsmara zayendî’ hat girtin.   Piştî vê malbatê serî li Baroya Dêrsîmê dan. Parêzer Reyhan Helîn Bulut bi malbatê re hevdîtin kir û derket holê ku gumanbar heman salê de li zarokek din ya xizmê malbatê ye destdirêjî kiriye. Zaroka duyem jî îfada wê hat girtin û dosya kirin ye.