Cenaza zaroka ku mehek bû winda bû hat dîtin 2023-03-10 19:31:58   SEMSÛR – Zaroka Sûriyeyî Hatîce El Heso ya 15 salî ku di erdhêjê de di roja duyem de ji bin kavilan hatibû derxistin û piştre winda bibû, cenaza wê li nexweşxaneyeke Enqereyê hat dîtin û li Goristana Nû ya Semsurê hat definkirin.   Zaroka 15 salî Hatîce Heso ku malbata wê 10 sal bere ji gundê Tîlîf a bajarê Heme ya Sûriyeyê koçî Tirkiyeyê kirin û li Semsurê bicih bibûn di erdhêja 6’ê Sibatê de li taa Turgut Reîs a Semsurê di bin kavilan de ma. Hatîce bi bav û birayê xwe ku jiyana xwe ji dest dabûn roja duyem hatin derxistin. Lê cenaza Hatîceyê neha tdîtin. Ji bo cenaza wê DNA’a bavê wê hat giritn û mehekê lê geriyan. Cenaze 6’ê Adarê de li nexweşxaneyek Qneqreeyê hat dîtin.  Cenaze li Semsurê li Goristana Nû hat definkirin.