Li Qeladizê 8’ê Adarê hat pîrozkirin 2023-03-10 16:31:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê de li Qeladizê şahiyek hate lidarxistin û jinan dijî zilm û zordariyê banga bilindkirina têkoşînê kirin.   Li seranserê başûrê Kurdistanê jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li qadan bûn. Bi boneya 8’ê Adarê li nav parka Derwaze ya Qeladiz ya ser bi Îdareya Raperîn, bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Têkoşer, şahiyek pîrozbahiyê hate lidarxistin.   Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Merziye Ehmed derbarê armanca çalakiyê de ji ROJNEWS'ê re axivî û got: “Me weke Jinên Ciwan ên Têkoşer bi boneya 8’ê Adarê şahiyek ji bo jinan organîzekir. Em bang li hemû jinan dikin bibin yek û dijî şîdetê bêdeng nemînin.”   Jinan li parkê li ber stranan govend gerandin û 8’ê Adarê pîroz kirin.