'Jin bêtir ji aliyê mêrê pê re zewiciye tundiyê dibînin' 2023-03-10 15:55:00     STENBOL - Komeleya Piştevaniya Jinê ya li Esenyaliya navçeya Pendikê li gor serlêdanên li komeleya wan "Rapora Tundiya li ser Jinê" eşkere kir. Li gor raporê jin bêtir ji aliyê mêrê pê re zewiciya tundiyê dibînin.   Komeleya Piştevaniya Jinê ya li Esenyaliya navçeya Pendikê ya Stenbolê di navbera dîrokên 1'ê Çileyê û 31'ê Kanûna 2022'yan de lêkolînek kir. Komeleyê encamên raporê eşkere kir. Komeleya Piştevaniya Jinê ya li Esenyaliya navçeya Pendikê li gor serlêdanên li komeleya wan "Rapora Tundiya li ser Jinê" eşkere kir. Li gor raporê jin bêtir ji aliyê mêrê pê re zewiciya tundiyê dibînin.   Li gor raporê di salekê de 949 serlêdan çêbûne. Hat diyarkirin 565 jinan ji bo alîkariya dibistanê, 952 jinan ji bo nan, xwarin, kinc, 64 jinan ji bo kar, 50 jinan ji bo mafên jinan ji bo alîkariyê, 11 jinan jî ji bo piştgiriya derûnî serlêdan kirine.    Jinan daxwazên xwe mafê wekheviyê, çareserkirina pirsgirêkên jinan, bidawîkirina tundiyê, parastina mafê nefeqeyê û vekirina navenda piştevaniyê ya jinê kirin.