Rewşa zarokên mexdûrên erdhejê ji Wezîra Malbat ê hat pirsîn 2023-03-10 15:43:04     ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran pirsa zarokên mexdûrên erdhejê yên ku wê bidin tarîkat û cemaetan ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk kir.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Berdevka Melisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, rewşa zarokên mexdûrên erdhejê ku nûçeyên derbarê wan de di çapemeniyê de hatin weşandin û hat diyarkirin ku wê wan radestî Tarîkata Menzîlê bikin anî rojeva Meclîsê. Ayşeyê ji bo ku Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî bibersivîne pirsnameyek pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.   Pirsên ku ji wezîr re hatin kirin ev in:   “Bi gotina we ya “Mirov li ku bixwazin dikare zarokên xwe radestî wêderê bikin, em nikarin mudaxeleyê vê yekê bikin”, hûn piştrast dikin ku zarokên mexdûrên erdhejê radestî hin cemaetan hatine kirin.?   *Hûn dizanin niha ku çend zarok di nava cemaet û tarîkatan de ne?   *Gelo haya we ji reşa zarokên ku radestî cemaet û tarîkatan hatine kirin heye? Hûn qet van cihan kontrol dikin?   *Hûn çawa baweriya xwe tînîn ku ev zarok li cihê lê ne şîdet li wan nayê kirin?   *Mudaxeleya we ya sûcê îstîsmarê yê li Cemaeta Îsmaîlaga ku berê hatibû eşkerekirin, demek dirêj dereng ma. Naha, hûn ê çawa ji raya giştî re piştrast bikin ku hûn ê tavilê mudaxeleyî sûcên şîdt û destdirêjiyê bikin ku dibe li van cemaet û tarîkatan rû bidin?"