Encamnameya Konferansa Kurd hat eşkerekirin 2023-03-10 14:31:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Encamnameya 17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropayê hat eşkerekirin. Di encamnameyê de hate gotin “Divê deriyên girtîgeha Îmraliyê bên vekirin, Konferansa EUTCC’yê ji bo çareseriyeke mayînde banga berdana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de dike.”   Konferansa Navneteweyî ya salane ya der barê Yekitiya Ewropayê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd, ji aliyê Komîsyona Yekitiya Ewropayê-Tirkiyeyê (EUTCC) ve hevkariya Koma Çep, Greens-European Free Alliance (GREENS/EFA), Tîfaqa Azadiyê ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) û Enstîtuya Kurd a Brukselê ve hat lidarxistin.   Konferans duh di roja xwe ya duyemîn de bi pejirandina encamnameyê bi dawî bû.   Di encamnameyê de hat diyarkirin ku konferansên 8 û 9’ê Adarê bi awayekî serkeftî pêk hatiye û wiha hate gotin:   “Di serê meha Sibatê de erdhejeke wêranker li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê çêbû. Hemû bajar hilweşiyan û bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan.   Konferansa EUTCC qurbaniyên erdhejê bi bîr tîne. Her wiha bang li Tirkiyeyê hate kirin ku demildest a êrîşên li ser Bakurê Sûriyeyê rawestîne û ambargoya li ser alîkariyên mirovî rake.   Biryara bêçalaktiya leşkerî ku ji ber erdhejê ji aliyê PKK’ê ve hat dayîn, divê duali be. Bêçalaktiya leşkerî û zirarên erdhejê ne tenê encam e, di heman demê de ji bo derbaskirina feraseta dewleta monîst a 100 salî ya Komara Tirkiyeyê û afirandina Komara Demokratîk firsend e.   Konferansa EUTCC ji bo yêkîtiya demokrasî û aştiyê û li dijî qedexekirina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li mûxalefetê kir. Divê civaka navneteweyî û bi taybet Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê di tu şert û mercan de qedexekirina duyemîn partiya mûxalefetê ya mezin qebûl neke.   Divê deriyên girtîgeha Îmraliyê bê vekirin. Yekitiya Ewropa, Konseya Ewropa û bi taybet CPT divê ji bo dawîkirina bêhiqûqiya li Îmraliyê û hevdîtina parêzeran, hemû mekanîzmayan bi kar bînin.   Konferansa EUTCC ji bo çareseriyekî mayindê banga berdana Abdullah Ocalan û ji nû ve destpêkirina diyaloga di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de dike.   Ev dîyalog di hemam demê de ji bo siberoja Sûriye û Rojhilata Navîn jî girîng e. Ji aliyê civaka navneteweyî ve naskirina Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bibe pêngavek girîng. Bi vê re girêdayî konferansa EUTCC îşaret bi erka dewleta ji bo vegerandina DAÎŞ’îyên girtî û darizandina wan dike.   Divê qetilkirina siyasetmedarên Kurd û bi taybet jin hem li KRI (Başûrê Kurdistanê) û hem jî AANES (Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bi balafirên bêmirov yên dewleta Tirk, bibe mijara darizandinê.   Gelek dewlet hene ku êrîşên li hemberî êzidiyan weke jenosîd nas dikin, divê YE hemû mekanîzmayên xwe yên dîplomatîk û siyasî ji bo pêşîlêgirtina êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a li dijî Êzidiyan, bixe tevgerê. Di her rewşê de êzidî encamên jenosîda 2014’an re rû bi rû dimînin.   Konferansa EUTCC bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dike ku li ser sûcên şer ên Tirkiyeyê were bisekinin û lêpirsînên serbixwe bidin destpêkirin.   Yekîtiya Ewropa û Ewropa ji Peymana Lozanê ku beriya 100 salan hate îmzekirin, berpirsiyar in. Konferansa EUTCC bang li Yekîtiya Ewropa û sazî û dewletên Ewropayê dike ku ji bo pêşîlêgirtina şerê li dijî Kurdan, tedbîrên pêwîst bigirin.   Di heman demê de ev daxwaz di çarçoveya protestoyên li Îranê de û dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ku li seranserê cîhanê belav bûye, cih digirin.   Konferansa EUTCC piştevanê gelên Îranê ye ku li dijî desthilata zalim serî radike.   EUTCC bang li civaka navneteweyî dike ku bêyî şîrove vê dirûşmê qebûl bike.