Burak Ercan ê dest dirêjî zarokan kir, dîsa nehat girtin 2023-03-10 12:41:23     ŞIRNEX - Danişîna 5’emîn a doza kiryar Burak Ercan ê ku 42 zarokên xwendevan bi peyamên telefonê tacîz kiribûn hat dîtin. Daxwaza girtinê ya ji bo kiryar hat redkirin û doz hate taloqkirin.   Burak Ercan ê ku li lîseyeyeke li navçeya Cizîra Şirnexê peywirdar bû ku di heman demê de jî nûnerê dibistanê û Egitîm Bîr - Sen a ku Girêdayî Memûr-Senê ye, bi peyamên telefonê nêzî 42 xwendekarên zarok taciz  kiribûn. Derheqê Burak Ercan de 2 doz hatibûn vekirin.  Daneşina doza kiryar îro li Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate dîtin. Endamên Egîtim Senê tevlî dozê bûn. Kiryar Burak Ercan tevlî danişînê nebû.   Şahîdên ku wê lê bihatina guhdarkirin tevlî danişînê nebûn. Ji bo kêmasîya evrakan were temamkirin û li şahîdên nû were guhdarkirin doz taloqî 13’ê Nîsanê hate kirin.   Her wiha derheqê îfadeyên xwendevan S., T., jî ji Burak Ercan re îddîanameyek hatibû amadekirin. Şandeya dadgehê daxwaza vekirina dozê red kir.