Girtiya bi nexweşiya giran Şîvekar nayê berdan 2023-03-10 09:03:19     Şehrîban Aslan   AMED - Girtiya bi nexweşiya giran Şîvekar Ataş a di lîsteya girtiyên nexweş a giran de cih digire, ji ber şertên girtîgehê rewşa wê her diçe giran dibe û ji ber astengiyên ATK’ê nayê tehliyekirin.    Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe û ne derfetên dermankirinê tên avakirin ne jî tên berdan ku li derve bên tedawîkirin. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene û ji ber raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) yên wekî ‘dikare girtî bimîne’ nayên berdan. Xizmên girtiyan li dijî vê li Amed, Wan, Stenbol û Îzmîrê Nobeda Edaletê dabûn destpêkirin û di 4’ê Çileyê ya 2022’yan de çûn Enqereyê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl ziyaret kirin û dosyayek der barê rewşa girtiyên nexweş a ji 11 rûpel û 6 sernavî pêk dihat pêşkêş kir. Yek ji 38 girtiyên di dosyayê de cih digirt a rewşa wê giran Şîvekar Ataş bû.   15 sal ceza lê hat birîn   Şîvekar li gundê Agaçlidere ya Sûr a Amedê hat dinê. 6 xwişk û bira bûn. Di salên 90’î de malbata wê ji ber zextên dewletê koçî Amedê dike. Şîvekar ku endezyariya Kompîturê dixwend bi armanca serdana hevala xwe di 2016’an de diçe Mûşê û li wir tê girtin. Şîvekar ewil birin Tarsûs a Mersînê û piştre li Girtîgehên Sîncan a Enqereyê û Bakirkoy a Stenbolê ma. Li Şîvekarê bi îdiaya endamtiya rêxistinê 15 sal ceza hat birîn. Şîvekar di pêvajoya girtinê de sê caran li dijî binpêkirinan ket greva birçîbûnê.   Şîvekar ku bi nexweşiya giran a dil û tanisyon e nayê berdan.   ‘Pergalê her tim zext dikir’   Dayika Şîvekarê, Rabîa Ataş di roportajê berê dabû de diyar kiribû di salên 90’î de ji ber zextan ji gundê xwe derketine û got: “Leşkeran bi ser mala me de digirt li me didan. Zarokên min li dijî van zextan bêdeng neman. Em hatin Amedê zext li wir jî berdewam kirin. Zarokên min li dijî zilmê mala xwe terk kirin. Keça min berxwedêr bû. Şîvekar diçû dibistanê. Rojekê derng hat. Min got çima tu dereng hatiye? Wê jî got ‘komekê êrîşî hevala wê kiriye û li dijî vê êrîşî bêdeng nemaye’.”   ‘Xistibûn odeya bi sunger’   Rabîayê der barê pêvajoya girtina Şîvekarê de jî wiha got: “6 rojan keça min di bin çavan de ma. Walîtiyê daxuyanî dabû û gotibû du kes hatine girtin. Keça min dema hatibû binçavkirin tiştek li ser hatibû dîtin. Keça min sûcek nekiribû. Keça min sûcdar kirin û ji bo kesên ku ew dan girtin xelat dan. Keça min birin Girtîgeha Sîncanê. Du salan keça min li wir girtî ma. Li her girtîgehê zext lê kirin. Ji wir birin Girtîgeha Tarsûsê. Zextên li ser zêdetir bûn. Ji wir şandin Amedê li wir jî zextan zêde kir. Keça min ji ber li dijî zextan bêdeng nema xistin odeya bi sunger. Li wir birîn di bedena wê de çêbûn. Bedena wê hemû enfeksiyon girt."   ‘Nabin nexweşxaneyê’   Rabîayê da zanîn ku Şîvekar nabin nexweşxaneyê û wiha dawî lê anî: “Keça min berê tu tiştekî wê tune bû. Keça min hîna 25 salî ye. Di serî de nexweşiya dil gelek nexweşiyên wê hene. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan. Gelek nexweşiyên keça min hene. Keça min ji ber tansiyon û werimîna dil her tim ji ser hişê xwe ve diçe. Ji ber temenê wê zêde ne mezin e emeliyat nakin. Nayê dermankirin. Divê 20 rojan carê biçe derziyê li xwe bixe. Lê ji ber pandemiyê dema dibirin dianîn, dikirin karantînayê. Dermanên li şûna derziyan tê bikaranîn bedena wê diwerimîne. Ez banga hestiyariyê dikim. Bila girtiyên nexweş bên berdan.”