ROJEVA 10'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-10 09:00:00     * Siyasetmedar, aktîvîstên TJA'yê û welatiyên Mêrdînê li dijî astengiyên li pêş çalakiyên 8'ê Adarê bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Li dijî astengiyan dê raperîna jinan bidome û em ê têkoşîna xwe ya piştevaniyê mezin bikin." BI DÎMEN    * Hevşaraedara HDP’ê ya Tuşba ya Wanê Ayşe Mînaz mirinên bi guman ên li Wanê nirxand û got piştî tayînkirina qeyûman sazî hatine girtin û mekanîzmayên jin serî lê bidin nemane û divê saziyên jinan, STO bi hev re bixebitin. BI DÎMEN    * Girtiya bi nexweşiya giran Şîvekar Ataş a di lîsteya girtiyên nexweş a giran de cih digire, ji ber şertên girtîgehê rewşa wê her diçe giran dibe û ji ber astengiyên ATK’ê nayê tehliyekirin.    *Welatiyên li taxa Ataturk a Samandagi diyar kirin ku bi piştgiriya dildaran li ser piyan e û bi hatina biharê re sebzeyên di serayan de hatine çandin li hev parve bikin. BI DÎMEN    *Haticeyê bi lêv kir ku piştî du erdhejên mezin ew û zarokên xwe perîşan bûne û bal kişand ser piştevaniya li herêmên erdhejê. Hatice wiha got:"Em ê beramberê keda xwe bigirin. Em ê vê jiyanê bi hev re di nava piştevaniyê de bi hêza û bi aqilê xwe ava bikin. Em ê jiyana xwe wiha bidomînin."BI DÎMEN