Mexdurên erdhêjê ji bo pirsgirêkên xwe hatin gel hev 2023-03-09 18:18:56   MEREŞ- Li Elbistanê jinên erdhejzede ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe hatin gel hev.   Li navenda erdhêjê Elbîstanê tevî hemû şert û mercên giran û neyînî piştevanî didome. Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jinên erdhejzede û dildar duh ji ber 8 malbatên Sûriyeyî ji kon bi zor hatin derxistin nehatin natin gel hev. Piştî malbatên Sûriyeyî li kon bicih bû  jin li Parka Haci Bektaş Velî hatin gel hev û ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe pêşniyar kirin.   Gelek jin hatin gel hev û bertek nîşanê pêkanînên dewletê û negîhandina alîkariyan dan. Jinan diyar kirin ku berpirsyariya wan piştî ku derbasî konan bûne hîn bêtir zêde bûye û biryar girtin ku hefteyê rojekê bên gel hev.