AYM'ê daxwaza HDP'ê ya derbarê parastinê de qebûl kir 2023-03-09 13:05:05     ENQERE - AYM’ê daxwaza HDP’ê ya ji bo taloqkirina dîroka parastina qebûl kir.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dîroka parastinê ya doza girtinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser daxwaza partiyê taloq kir. AYM’ê biryar da ku HDP parastina têkildarî doza girtinê di 11’ê nîsanê de bide.    Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Serhat Eren diyar kir ku Dadgeha Destûra Bingehîn ji destpêkê ve biryaran teblîxî wan nake û geşedanan ji ser Ajansa Anadolûyê dibihîsin. Eren, da zanîn ku ji ber biryar hêj teblîxî wan nehatiye kirin naveroka wê nizanin. Eren, anî ziman ku li dijî biryara astengkirinê ya ku li ser hesabên alîkariyê yên Xezîneyê yên partiyê hatiye danîn jî serlêdana îtirazê kirine lê ew li bendê ne ku biryar were ragihandin.