ROJEVA 9'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-09 09:00:00     *Li taxa Tavla ya Defneyê  jinên erdhejzede û dildar bi hev re xwarinê çêdikin û ji hev re dibin destek. Jinên erdhejzede diyar kirin ku ew bi piştevaniya dildaran li ser piyan e. DÎMEN HEYE   *Yek ji cihên ji erdhêjê pir zêde bi bandor bû jî Samandag a Hatayê bû.  Hat hînbûn ku Waliyê Îdîrê ku wek berpirsê Koordînasyona erdhejê ya  navçeya Samandag a Hatayê hatibû tayînkirin, hewl dide demografiya navçeyê biguhere. Her wiha hat diyarkirin ku Waliyê Îdirê ku du roj berê bi keyayan re civîn çêkiriye ji Waliyê Burdurê re gotiye ‘Em çima terorîstên sosyalist rehet berdin, hemû cihên veguheztina wan tune ye em ê rakin.’ DÎMEN HEYE   *“Bi wesîleya  8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em bi jinên ku bajarên wan hilweşiya ne û ji pergala serdest di vê mijarê de hesab dipirsin re ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku vê tirsê dibine li çareye diğere. Desthilatdarî hemû riyan diceribîne û dixwaze civakê bêdeng bike. Lê dereng ma.” JI PÊNÛSA JINAN   *Jinên ku tevlî meşa 8'ê Adarê ya li Silopiyê bûn, diyar kirin ku jin dîwarên bindestiyê hilweşandin û gotin: "Em dilxemginiya xwe ya ji bo mexdûrên erdhejê vediguherînin hesap pirsînê."