Jin di Meşa Şevê ya Femînîst de di serhildanê de ne 2023-03-08 20:38:23   STENBOL - Bi hezaran jin li Taksîmê ji bo Meşa Şevê a Taksîmê li gelek nokteyê hatin gel hev û hewl didin astengiya polîsan bişkînin. Lig elek olanan jinan serî hildan û dirûşmeyên ‘Hikûmet Îstîfa’ berz dikin.   Platfoma Meşa Şevê ya Femînîst ya 21’emîn bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Beyoglu ya Stenbolê li Taksîmê wê Meşa Şevê ya Femînîts pêk bînin. Jin ji bo meşe li Cîhangir û Karakoy hatin gel hev. Qeymeqamtiya Beyoglu biryara qedexê da û bi hezaran jin hewl didin bimeşin Taksîmê û dirûşmeyên ‘hikûmet îstîfa berz dikin.’ Polîsan barikat ava kirin û jinan hewl dan barîkatan derbas bikin.Midûrê Emniyeta Stenbolê Hanîfî Zengîn jî li qadê bû û jinan bertek nişandan.    Li Kadikoyê berxwedan   Bi sedan jin li Odeya Mîmaran a Karakoy hatin gel hev û berbi Kolana Sanatkaran a li Koalan aMmhane ve meşiyan. Bi sedan jin li kolana Bogazkesen hatin gel hev û hevseroka giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tevli bû. Jinan dirÛşme berz kriin û astengiya polîsan protesto kirin.   Du bask gihiştin hev   Jinên tevî astengiyan berxwedan barikata poLîsan derbas kirin û ketin Cîhangîrê. Jin bi dirûşmeyan bi koma Cîhangîrê re bûn yek.  Jinên Kedkar (EKA) jî hatin Qada Taksîmê û daxuyanî dan û diyar kirin ku jin her diçin xizan dibin û peyama ‘mezinkirina têkoşînê û qezenckirina azadiyê dan.   Jina li Cîhangîrê bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Hikûmet Îstîfa’ berzkirin.   Polîsan hemû kolan bi bariyeran girtin.  Bi sedan polîsî dora jinan giriye. Lê jin bi israr dipên û bi dirûşmeyan daxuyaniya Tirkî û Kurdî dan.  Daxuyaniya Kurdî aktîvîsta TJA’yê Remziye Alparslan û ya Tirkî jî li ser navê platformê Ece Zelal Alma xwend.    Jinan piştî daxuyaniya dan berê xwe dan barîkata polîsan. Berxwedana jinan didome. Jin hedef dikin ku bigihêjin Taksîmê.