8ʹê Adarê li Şamê hat pîrozkirin 2023-03-08 18:57:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8ʹê Adarê çalakiyek girseyî li Şamê hat lidarxistin.   Bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Kongra Star bi beşdarbûna bi sedan jinan çalakiyek li dar xist.   Di çalakiyê de bi navê Koordînasyona Kongra Star a Şamê Newroz Xelel, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulê Derwîş, endama Meclisa PYDʹê Rojhilat Ehmed û endama Meclisa Taxa Zorava Zeyneb Mihemed axivîn.   Di çalakiyê de hate gotin ku 8ʹê Adarê roja têkoşîna û berxwedana jinan a ji bo azadiyê ya li hemberî qeydên koletî û zihniyeta baviksalarî ye.   Di çalakiyê de helbest li ser têkoşîna jinan hatin xwendin. Koma Şehîd Serhed stran gotin. Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.