Jinên Kerkûkê: Divê ji bo jinan stargehek bê avakirin 2023-03-08 16:35:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 8’ê Adarê, jinên Kerkûkê li ber rêveberiya civakî ya Kerkûkê kombûn û daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirin. Jinan daxwaza vekirina stargeha jinan kirin.    Îro bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî jinên Kerkûkê li ber avahiya rêveberiya civakî ya bajêr kombûn û bi daxuyaniyek çapemeniyê daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirin. Daxuyaniya jinan ji aliyê Parêzer Aheng Newroz ve hat dayîn.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku roja 8’ê Adarê wek rojek taybet ji bo jinan hatiye diyarkirin, daku jin di vê rojê de dengê xwe bidin bihîstin û daxwaza mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî bikin.   Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi yasayên Iraqê yên ji bo parastina mafên jinan hat kirin û hat gotin: “Di bendên madeya 29 a yasaya Iraqê de tê gotin ku malbat bingehê civakê ye û rê li hemû şideta û destdirêjiyên nava malbat û civakê digre. Lê tevî van yasayan jî heta niha jin rastî şidet û astengiyan tên.”   Di dewama daxuyaniyê de daxwazên jinan hatin rêzkirin.    Daxwazên wan bi vî rengî ne:   "* Divê di zûtirîn dem de stargehek ji bo wan jinên ji şidetê rizgarbûne re were çêkirin.   * Tayînkirina jinên jêhatî di warê derûnî, yasayî, civakî, tendirûstî, rêveberî û ewlehiyê de.   * Veqetandina budceyek ji bo rêveberina staregeh di çarçoveya rolê dewlet û piştgirîkirina rizgarbûyan ji bo çaksazî û têkelbûna wan bi civakê.   * Rê bi rêxistinên civaka sivîl bidin ji bo piştgirîkirina stargeh û jinên ji şîdetê rizgar bûne.   * Divê parastina stargehên jinan û kesên di stargehan de ne were kirin.   * Divê di derxistina yasayên li dijî şideta nava malbatî de lez were kirin."