Jinan bi wêneyên xwe bal kişandin ser tundiyê 2023-03-08 16:17:59     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêrê bi munasebeta 8’ê Adarê pêşangehek hunerî bi dirûşma ‘Ji beden bo ruh’ hat lidarxistin. Di pêşangehê de tabloyên sê jinên hunermend hatin nîşandan, di tabloyan de îşaret bi êş û şideta li ser jinê hatine kirin.   Îro li galeriya Renc a li Hewlêrê bi munasebeta 8’ê Adarê roja cîhanî ya jinan pêşangehek wêneyan hat vekirin. Di pêşangehê de 30 tabloyên ku ji aliyê sê jinên hunermend ve hatine çêkirin, hatin nîşandan.   Di tabloyên hatîn nîşandan de îşaret bi êş û şideta li ser jinê hatiye kirin. Wê pêşangeh sê rojan vekirî bimîne.   Jina bi navê Peyman Ezîz ku bi tabloyên xwe tevlî pêşangehê bûye, behsa armanca vekirina pêşangehê kir û got: “Me xwest bi vekirina vê pêşangehê ciwanî û jêhatina jina Kurd bi rêya hunerê nîşan bidîn. Her wiha ew şideta li ser jinan di warê fîzîkî û ruhî de tê kirin, bi wêne û tabloyan nîşan bidîn.”