Jin di merasîma 8'ê Adarê de hatin xelatkirin 2023-03-08 16:16:29     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên dildar ên qada tenduristiyê di merasîma 8’ê Adarê de hatin xelatkirin   Bi munasebeta 8’ê Adarê li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê merasîmek hate lidarxistin û jinên dildar ên qada tenduristiyê hatin xelatkirin.   Li seranserê Başûrê Kurdistanê bi munasebeta 8’ê Adarê jin li qadan in û bi çalakiyên cur be cur 8’ê Adarê pêşwazî dikin.   Bi vê munasebetê li navçeya Kelar li hola Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Germiyan ji aliyê Navenda Hevbeş ya Rêxistina Jinan ve merasîmek hate lidarxistin.   Di merasîmê de jinên dildar ên di qada tenduristiyê de kar dikirin hatin xelatkirin û pîrozkirin.