Li Silêmaniyê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' meşa 8'ê Adarê dest pê kir 2023-03-08 15:08:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê bi dehan jin bi munasebeta 8’ê Adarê meşiyan, jin bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diqêrin.   Li Silêmaniyê bi munasebeta 8’ê Adarê meşa Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê a bi tevlîbûna jinên her çar parçeyên Kurdstanê û rêxistinên din ên jinan, dest pê kir.   Jinên tevlî meşê bûn bê navber dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diqêrin. Jin di van kêliyan de ji kolana Seholeka ya Silêmaniyê ber bi Baxê Giştî ve diçin. Tê payîn piştî meşê daxuyaniyek were dayîn.