Ebrû Gunay: Em ê bi rihê dirûşma jin jiyan azadî bi ser bikevin 2023-03-08 14:56:46     MÊRDÎN  - Jinên Mêrdînê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berdevka HDP’ê Ebru Gunay axivî û got: “Em ê li dijî astengî, li dijî êriş û îhmalkariya dewletê bi dirûşma jin jiyan azadî re bi ser bikevin. Îro dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma "Piştevanî Dide Jiyîn" li ber avahiya HDP'ê ya navendê daxuyanî dan. Berdevka HDP'ê parlementer Ebrû Gunay, parlementer Pero Dundar, Meclîsa Dayikên Aştîyê, rêxistina Meclîsa  Jinên HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  "Dem Dema Jin Jiyan Azadîyê ye"  û dovîzên li ser wêneyê jinên hatine qetilkirin û nivîsên "Jîn Hebûne, Hebûn Azadî ye", "Bijî Têkoşîna Jinê ya Sînor Nas Nake", "Qetilkirina Jinan Polîtîk e" û "Xwezaya Jinê" hate rakirin.   Li ser navê TJA’yê Ayşe Bozan metna daxuyaniyê xwend.   ‘Em ê hişmendiya faşist têk bibin’   Ayşe da zanîn em li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê em ê têkoşîna xwe bidomînin û dest bi axaftinê kir: “Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, Jiyan, Azadiyê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em têkoşîna wan silav dikin. Ayşe erdheja di 6’ê Sibatê de destnîşan kir û berdewam kir:"Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla exlaqî ve were têkbirin. Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên biunîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû de jinên ciwan ên kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe bi rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe!”   Ayşe got di sala 2023'yan de bi 8ê Adarê re têkoşîna jinan a azadiyê dê desthilata faşîst a AKP-MHPyê hilweşîne û dê ji hilbijartinan bi destkeftiyên herî zêde derkeve.  Ayşe wiha pê de çû: “Em wek TJA mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin, li her qadê û  li hember rejîma 'yek zilam' ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye,  pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8'ê Adarê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz be.”   ‘Dewlet nebû, piştevaniya jinan hebû’   Ebrû Gunay bi gotina 'dem dema jin jiyan azadiyê ye" dest pê kir û got em ê gavek paşde navêjin û em ê bi vê dirûşmê ber bi azadiyê ve biherikin. Ebrû wiha berdewam kir: "Mixabin em 8’ê Adarê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin. Bîlançoya erdhejê zêde bû û carek din em bi vê re hîn bûn ku îqtidar rola xwe nalîze. Li wir AFAD, Kizilay tune bû. Jinan cardin bi hev re, bi yekitiyê birînên xwe pêçan. Çav li mirina mirovan girtin. Dewlet nebû lê têkoşîna jinan hebû. Piştevaniya jinan hebû. Ji roja erdhejê ve em li qadan bûn û îro car din em li vir in. Em ê jinan mihtacê dewleta bi hişmendiya mêr jî nekin. Em li vir bûn em ê li vir bin. Em bi vê li ser lingan in û hew piştevanî me diparêze.”   ‘Dixwazin dengê me qut bikin’   Ebrû Gunay bertek nîşa astengiya polîsan ya ji bo 8’ê Adarê kir û got: “Dewlet – mêr îro cardin xwest bibe astengê hêza me. Em astengiyan nas nakin û wê tu tişt ji têkoşîna me ya jin jiyan azadî re nebe asteng. Dixwazin dengê me qut bikin. Lê ew ê nikarin li beramberî vê berxwedana me rawestînin. Ji ber dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Şehît Namirin” re bi dawî bû.