Kongra Star bang li jinan kir: Dakevin qadan 2023-03-08 11:40:04     NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Kongra Star bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî daxuyaniyek da û bang li jinan kir ku heta serketinê li qadan bin.   Kongra Star, bi minasebeta 8'ê Adarê daxuyaniyek da.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ""Di şexsê Roza Luksembûrg, Leyla Qasim, Leyla Şaylemez, Sara, Fîdan Dogan, Jîna Emînî, Tolhildan, Nagîhan, Hind, Seîda, Çîçek û Zeyneb de 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanî li şehîdên jin hemûyan hate pîrozkirin.   Serhildana bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê jî silav dikin û dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye dirûşma hevpar a tevahî jin û civakên ku azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin.   Jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û îradeyeke mezin berxwedan û têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor.   Meşa berxwedan û têkoşînê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn heta roja îro didome.   Em soz didin ku em ê heta serketinê li ber xwe bidin û têbikoşin. Em bang li jinan hemûyan dikin ku heta serketina azadiyê li qadan bin. Têkoşîna di hemû qadên jiyanê de wê bibe rêya rizgarî û bidawîkirina tundiya li ser jinê. Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin."