‘Hêza me ya em li dijî zîhniyeta serdest têbikoşin heye’ 2023-03-08 09:03:17   WAN - Jinên Wanê bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê axivî û diyar kirin ku zîhniyeta serdest rast bibe wê pirsgirêk jî ji holê rabin û got: “Em jin bi saya têkoşîn û hêza xwe wê van ji holê rabikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên vê zîhniyetê têk bibin em jin in.”   Ji ber ji ber erdhêjên mezin yên navenda wê Mereş bûn pêk hatin 8’ê Adarê bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" tê pêşwazkirin. Jin diyar dikin ku wê li dijî zîhniyeta dewlet-mêr têkoşîna xwe li her derê bilkind bikin.   Jinên Wanê beriya 8’ê Adarê ji JINNEWS’ê re axivîn û diyar kirin ku tişta ku jinan ji civak û jiyanê dûr digire zîhniyeta serdeste û bi lêv kirin ku ger ku zîhniyeta serdest sererast bibe wê pirsgirêk çareser bibe.   ‘Ez hem dixebitim hem hildiberînim’   Tulay Sanî ya 27 salî li Wanê dijî, diyar kir ku gelek ji xebatê hez dike û temenê biçûk de ketiye jiyana xebatê û wiha vegot: “Ez hem li malê hem li kargeriyan têdikoşim. Ez ji xebatê hez dikim. Li gelek cihên cuda xebitîm. Bi taybet çêkirina xwarinê gelek xweşa min diçe. Min dixwest dukana xwe vebikim û xwarinên xwe çêbikim. Ji bo vê min biryar da ewil li malê çêbikim. Min xwarinên xwe li malê çêkir û firot. Piştre min dukana xwe vekir azadiya xwe bidest xist. Ez hem qezenc dikim hem didim qezenckirin.”   ‘Dewletê piştgiriyek neda jinan’   Tulayê wiha dawî lê anî: “Min ji jinên dixebitin îlham girt. Ez jinek bi cesaret û wêrek im. Min hêza xwe ferq kir. Dewletê tu piştgirî neda jinan. Em dizanin ku wê neyê jî. Lê divê jin bixwe bawer bin. Ez ji biçûkatiya xwe de dixebitim. Min hêza xwe nîşanê her kesî jî da. Daxwaza zihniyeta serdest eve ku jin hepsê malê bibe. Lê jin dikarin her tiştî bikin. Rastiya hêza me jinan heye.”   60 salî hem teqawît hem xwendekar û hem jî xebatkare   Jina bi navê Kezîban Ozben Guler ya 60 salî ku ji bo dibistanê hatiye Wanê hem dixwîne, hem dixebite  û wiha dirêjî daye: “Ez pir ji Wanê hez dikim. Ez ê ji vir şûnde li Wanê bimînim. Ez beşa Hunerên Destan de dixwînim. Hem jinim hem xwendekarim. Li Tirkiyê jin li plana dawî dimînim. Jin her tim tên binpêkirin. Jin her tim li dawiyê dimînim. Keda jinê tê binpêkirin. Çiqas girîngiyê bidin jinê wê evqas aborî û aramiya welat bilind bibe.”   ‘Wê pirsgirêk çareser bibin’   Kezbanê wiha dawî lê anî: “Pirsgirêk zihniyete. Jinan ji her qadê dûr digirin. Naxwazin jin ji hundir derkevin. Zîhniyet rast bibe wê pirsgirêk çareser bibe. Tevî jin kedek mezin didin heqdestê herî kêm digirin. Yên vê zîhniyetê têk bibin em jinin. Em dikarin vê zîhniyetê ji holê rabikin. Ev zihniyet ji holê rabe wê hemû pirsgirêk bên çareserkirin. Em jin dikarin her tiştî bikin. Hêza me jinan heye.”