ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN 2023-03-08 09:00:00     *Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama KNK'ê Ebîr Hesaf êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Ji aliyê dewletên navneteweyî ve agirbest hatibû destpêkirin ku ruxmê vê jî dewleta tirk êriş neda rawestandin. Tevî erdheja ku bi hezaran kes tê de jiyana xwe ji dest dan jî navber nedan êrişên xwe." DÎMEN HEYE    *Jinên Wanê bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê axivî û diyar kirin ku zîhniyeta serdest rast bibe wê pirsgirêk jî ji holê rabin û got: “Em jin bi saya têkoşîn û hêza xwe wê van ji holê rabikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yên vê zîhniyetê têk bibin em jin in.” BI DÎMEN    *Esmehan Bostanki  li taxa Çekmece ku bi piştevaniya dildaran li ser piya ye,  her sibeh ji dildaran re kahweyê çêdike. DÎMEN HEYE   *Endama Dîwana Wêjekarên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di heman demê de endama Komîteya Amedekar a Mîhrîcana 8’emîn a Wêje û Hunera Jinê Botan Hoşê têkildarî mîhrîcan û xebatên 8’ê Adarê de nirxandin kir û got jin ruxmê erdhej û êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê ku bi taybetî jinê hedef digirin jî di 8’ê Adarê de yek bûn û li qadan bûn. DÎMEN HEYE   *Jinên nûnerên Tifaqa Ked û Azadiyê girîngiya tifaqê ya ji bo têkoşîn û azadiya jinê nirxandin û diyar kirin ku saleke ku têkoşîn her çûye mezin bûye û tifaq di alî azadiya jinê de ava bûye. DOSYA - BI DÎMEN    *Li taxa Gozluhuyuk a Cebelînûr ku hilweşînek mezin çêbû, her roj rayedar tên xebatên tespîtkirina xesarê dikin lê mixabin pirsgirêk nayên çareserkirin. BI DÎMEN    *Lîstikvanên Tîma Futbolê ya Jinan a Amed Sporê, bertek nîşanê êrişên li dijî tîma wan hat kirin, dan û anîn ziman ku di navbera tîman de cudakariyeke mezin tê kirin. Lîstikvanan, gotin ew ê bi şampiyonê bersivê bidin wan. BI DÎMEN    * “Jin dizanin ku tayînkirina qedera xwe girîng e û ji bo vê têkoşîna jinê ya rêxistikirî xurt dike. Jin hişyar bûne û ji bo avakirina jiyanek nû dimeşin.” JI PÊNÛSA JINÊ   * Endama Meşa Jinan a Cîhanê û Tifaqa NADA Khadîja Ryadî bi wesîla 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê axivî û diyar kir ku azadiya jinan û azadiya gelan girêdayê hev e.    * Bi pêşengiya TJA'yê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cihanê li Parka Karayollari ya Mêrdînê daxuyanî û meş dê bê lidarxistin. (13.00) BI DÎMEN