Çalakiyên 8’ê Adarê yên li Rojava didomin 2023-03-07 21:06:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinan ve’ berdewam dikin.   Bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her derê bi tevlibûnek xurt pêşangeh, civîn, ziyaret, seminer pêk hatin.    Reqa   Nivîsgeha Jinên Ciwan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  pêşangeheke wêneyan li hola Stada Beledî ya Reqayê vekir.Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Desteya Ciwan û Werzîşê amade bûn.   Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Henan Bekûr  axivî 8ʹê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir, 8ʹê Adarê roja azadî û rûmetê ye, roja têkoşîna li hemberî hemû cûreyên nîjadperestiyê ye.   Girêdayê mijarê, Meclisa Idlib El Xedra bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" civîneke li nivîsgeha xwe ya li Reqayê li dar xist. Endamên Meclisa Idlib El Xedra, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdarî civînê bûn. Piştî deqeya rêzgirtinê, sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a ji şoreşa 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan û şûnve ve hat pêşandan.   Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Rojda Mihemed qala sedema ragihandina 8ʹê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê kir   Minbic   Li Minbicê jî endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, partiyên siyasî, meclisên bajar û gundan û navenda Çand û Hunerê serdana jinên di çandiniyê de dixebitin kirin û bi boneya 8ʹê Adarê şêranî li wan belav kirin. Şandeya jinan a ku serdana zeviyên çandiniyê yên li rojavayê bajarê kirin girîngiya yekitî û hevgirtina jinan destnîşan kirin û got, divê destekftiyên şoreşa jinan werin parastin. Her wiha anîn ziman ku şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji tevahî cîhanê re bû sembola têkoşîna jina azad.   Çilaxa    Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê bi boneya 8ʹê Adarê parqek vekir. Bi dehan endamên saziyên sivî ên navçeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî merasîma vekirina parqê bûn.   Deriyê parkê ji aliyê dayika şehîd Fadî Sefo, Hediya Xalid ve hat vekirin. Piştre endama Rêveberiya Kongra Star a Çilaxa Semer Hisên axivî û 8ʹê Adarê li hemû jinan pîroz kir.   Qamişlo   Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan semînerek li navenda xwe ya li taxa Miheta ya bajarê Qamişloyê  pêk anîn.   Endama Rêveberiya navenda Dîplomasiya Civakî Nûrşan Hisên seminer da. ve hat dayîn.    Piştî axaftinan, sinevîzyonek li ser dîrok û têkoşîna jinê, destkeftiyên ku di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi dest xistine, hat pêşandan.   Dêrazor   Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê semînerek li ser danasîna 8ʹê Adarê li avahiya Yekitiya Werzîşê ya bajarokê Mihêmîda yê gundewarê rojava da. Nûnerên Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoşreger tev li semînerê bûn.