MKGP û DFG'ê ji bo rojnamegerên girtî bang kirin 2023-03-07 14:47:09     AMED - MKGP û DFG ji bo balê bikşînin ser 16 rojnamegerên ev 9 meh in girtîne û hîn derbarê wan de îddianeme nehatiye amadekirin wê di 9'ê Adarê roja pêncşemê de daxuyaniyê bide. Ji bo vê yekê bang hat kirin.    Di 8'ê Hezîrana 2022'yan de di çarçoveya operasyona Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 16 rojnamegerên ku hatibûn binçavkirin di 16'ê Hezîranê de hatin girtin û ev 9 meh in îddianameya wan nehatiye amadekirin. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo balê bikşînin ser rewşa rojnamegeran wê roja pêncşemê li ber deriyê edliyeyê saet di 12.00'an de daxuyaniya çapemeniyê bide.    MKGP û DFG'ê da zanîn ku ji bo xwedîderketina li rojnamegeran ew bang li her kesî dikin.