Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da 2023-03-07 14:30:56   AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li avahiya xwe ya navendê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berdevka Meclîsê Hewa Kiran axivî û got: “Wê jin heta serkeftinê li berxwe bidin. Serkeftina me jî nêz e.”   Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi daxuyaniyekê ku li avahiya xwe ya navendê dane re pîroz kirin. Li ser navê Meclîsê Dayika Raîfe Ozbey û berdevka Meclîsê Hewa Kiran axivîn.   ‘Jin êdî bişavtinê qebûl nakin’   Dayika Raîfe Ozbey di destpêka axaftina xwe de got jin di encama têkoşîna 40 salan de gelek riyek dirêj derbas kirin û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Raîfe wiha berdewam kir: “Jinan di encama têkoşîna xwe de digihêjin serkeftinê. Ev pêvajo jî ji bo me jinan demên girîng û dîrokî ne. Divê em ji her demê zêdetir yek bin û li berxwe bidin. Jin li hemberî hişmendiya mêr û li hemberî desthilatdariyê jî di nava şerekî de ye. Jin êdî van bişaftin û perçiqandinan qebûl nakin.”   ‘Jin wê aştiyê bînin'   Dayika Hewa Kiran jî bi pîrozkirina roja jinên kedkar ên cîhanê re dest bi axaftinê kir û got: “Em bi hêvî ne ku ev roj wê bibe roja serkeftinê. Ango wê jin bi vê wesîleyê jî bibin deng û rengê azadiyê. Bi taybetî em dixwazin diyar bikin ku em li gel mexdûrên erdhejê ne. Em sersaxiyê ji yên kesên xwe wenda kirine dixwazin û em bi hêvî ne em ê birînên xwe bi hev re bipêçin.” Hewa herî dawî got em weke Dayikên Aştiyê weke dayikên kedkar em ê heya serkeftinê li berxwe bidin. Daxxwaza me dayikan ew e ku ev êriş werin sekinandin.