Malbata Şenyaşar ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find vêxist 2023-03-07 13:42:45     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne ji bo mexdûrên erdhejê û edaletê find pêxist.    Çalakiya Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 715’an de berdewam dike. Malbata Şenyaşar ku ji mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê li ber pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” dest bi nobeta edaletê kir.    ‘Daxwaza civakê, heq, hiqûq û edalet e’   Malbata Şenyaşar ji bo piştevaniya çalakiya vêxistina findan a ji bo mexdûrên erdhejê li ber edliyeyê mûm vêxistin. Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û bi lêv kir ku daxwaza civakê edalet e û ev tişt gotin: “Ji aliyekî hinek dixwazin cihekariyê bixin nava civakê ji aliyê din ve jî muxalefet tevî fikrên cuda jî hatine li gel hev. Daxwaza civakê, heq, hiqûq û edalet e. Em jî ji bo heq, hiqûq û edaletê 715 roj in li ber edliyeyê ne û daxwaza me jî edalet e. Me jî ji bo derbasbûna vê pêvajoya tarî findek ji bo  mexdûrên erdhejê findek jî ji bo pêkhatina edaletê vêxist. Heta edalet pêk were ev find dê li ber edliyeyê vênemirin.”