8’ê Adarê li Qamişlo û Helebê hat pîrozkirin 2023-03-06 20:09:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo û Helebê çalakiyên ji bo 8’ê Adarê didomin.   Çalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 8`ê Adarê di 28`ê Sibatê de bernameya xwe aşkere kiribû, dewam dikin. Heta niha gelek semîner, hemleyên paqijiyê, xemilandina kolanên sereke û pêşangeh hatin lidarxistin.   Amûde    Kongra Star li salona Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ji bo mêran semînerek li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û şêniyên navçeyê beşdar bûn. Di semînerê de dîroka tundiya zîhniyeta desthilatdar a li dijî jinan û rol û girîngiya 8`ê Adarê hate nîqaş kirin.   Di semînerê de endama rêveberiya Kongra Star a navçeyê Celîla Osman axivî û behsa qirkirin û tundiya zîhniyeta baviksalar a li djiî jinan û dîroka têkoşîna jinan kir.   Celîla bal kişand ser rola pêşeng a jinan di şoreşa Rojava de û destnîşan kir ku bi saya fedakariyên jinan, şoreşa Rojava veguheriye sembola têkoşînê ya ji bo tevahî jinên cîhanê.   Tirbespiyê    Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi hevkariya şaredariyên gel ên bajarokên Hilwa, Maşûq, Til Marûf û Ebû Firî yên navçeyê, kampanyaya paqijiyê da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de wê deriyê rojavayê Tirbespiyê û her çar bajarokên girêdayî wê bên paqijkirin.   Kampanya wê 2 rojan dewam bike, wê hemû bajarok bên paqijkirin. Bi dehan endamên meclis û şaredariyan beşdar bûne. Kamoanyaya paqijiyê ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û heta deriyê rojavayê navçeyê, xaçerêya gundê Miherkan ê li rojavayê navçeyê dewam kir.   Hevserokê Meclisa Tirbespiyê Hisên Omer destnîşan kir ku armanca kampanyayê parastina xweşikbûna herêmê ye.   Til Hemîs    Pêşangeha folklorîk ku Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê duh li Qamişloyê ji bo danasîna çanda pêkhateyên herêmê dabû destpêkirin, îro di roja duyemîn de li navçeya Til Hemîsê dewam dike.   Ji bo balkişandina ser folklora Ereban, pêşangeh di bin konekî ji mûyê bizinan de li Parka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li başûrê navçeyê hat lidarxistin.   Di bin kon de jî fanûs, kulavikên bi destan hatine çêkirin, amûrên hêrandina qehweyê hatin danîn. Jinan jî nanê sêlê çêkir.   Di dawiya çalakiyê de stranên ji folklora Ereban ji aliyê zarokê bi navê Rekad El Tufeyhî ve hatin gotin.   Til Birak    Kongra Star li salona Meclisa Navçeya Til Birakê jî der barê 8`ê Adarê de semînerek ji bo mêran li dar xist, bi dehan endamên saziyên sivîl û şênî beşdar bûn.   Endama Kongra Star li navçeyê Rexed El Ehmed axivî û 8`ê Adarê li tevahî şehîdên azadiyê pîroz kir. Rexed behsa dîroka 8`ê Adarê jî kir.   Di dawiyê de sînevîzyonek li ser hewldan û têkoşîna jinan ji bo qebûlkirina 8`ê Adarê wek rojeke cîhanî, hat pêşandan.   Çilaxa   Bi heman armancê, Kongra Star li Çilaxa jî semînerek ji bo mêran li dar xist. Endamên saziyên sivîl û xizmetguzaryê beşdar bûn.   Semîner li salona navenda PYD`ê hat lidarxistin. Endama Kongra Star Leyla Ehmed axivî û destnîşan kir ku 8`ê Adarê berhema têkoşîna jinan a li dijî zayendperestî, newekheviya di navbera mêr û jinan de ye.   Leylayê bal kişand ser rola mêran ji bo piştevaniya têkoşîna jinên azad a ji bo mayîndekirina pîvanên hevjiyana azad û avakirina civaka demokratîk.   Piştî axaftinan nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî têkoşîna jinan û bandora wê li ser civakê, hatin guhdarîkirin.   Heleb    Kongra Star li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî bi minasebeta 8`ê Adarê li deriyên têketina her du taxan, 3 pankart daliqandin.   Li ser pankartan dirûşma “Bi Jiyan, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinan ve” hat nivîsandin.