Li Îzmîrê banga tevlîbûna meşa 8'ê Adarê 2023-03-06 19:46:11   ÎZMÎR – Li  Îzmîrê Jin bi Hev re bi Hez in ji bo tevlîbûna Meşa Şevê ya Femînîstan belavok belav kirin.    Li  Îzmîrê Jin bi Hev re bi Hez in bi minasebeta 8’ê Adarê xebatên xwe didomînin. Jin bi Hev re bi Hez in, ji bo tevlîbûna Meşa Şevê ya Femînistan a ku dê di 8’ê Adarê de li Cadeya Şehîdên Qibresê ya Alsancak a Îzmîrê bê lidarxistin belavok belavkirin.    Jinan belavokên xwe li keştiyên Konak–Karşiyaka û Konak–Alsancakê belavkirin û bang li jinan kirin ku di 8‘ê Adarê de li Navenda Çandê ya Leman a Berê kom bibin.    Jinan di belavkirina belavokan de dirûşmên wek “Em natirsin”, “Em îteatê nakin”, “Bijî têkoşina me, bijî 8‘ê Adarê” û “Em ê bê tirs bijîn” berz kirin.