Li Mereşê birîn bi hevgirtinê tên pêçan 2023-03-06 18:52:19   MEREŞ -TJA, Meclîsa Jinan a HDK’ê û HDP'ê û Komeleya Dema Jinê, bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e" alîkariyên ku kom kirin anîn li taxên bajaroka Narli û navçeya Bazarcixa Mereşê belavkirin.     Bi dirûşma "Hevgirtina jinê jîn e", aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Dema Jinê, bi minasebeta 8'ê Adarê ji Stenbolê bi rêketin û li Mereşê. Di nav koma 40 kesî de Parlamenterên HDP'ê Dîlşat Cambaz, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy û Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr jî cih girt. Ev koma ku bûn beş li bajaroka Narli û navçeya Bazarcixê bi mexdûrên erdhejê re civiyan.    Parlamenten Zuleyha Gulum di nav de, taxên îsmet Paşa û Bahçelievler a bajaroka Narliyê bi jinan re civiyan. Pakêtên ku ji bo jinan taybet hatî amadekirin hatin belavkirin. Di belavkirinê de mexdûrên erdhejê bal kişand ser cûdakarî û nêzikatiya  AFAD’ê.   Parlamenter Dîlşat Cambaz û Oya Ersoy heyî li taxên Bazarcixê mexdûrên erdhejê ziyaret kirin. Jinên mexdûrên erdhejê bal kişandin ser pirsgirêkên xwe.  Pakêtên ku taybet ji bo jinan hatin amadekirin hatin belavkirin. Koma ku serdana xwe didomînin diyar kirin ku dê piştevaniya xwe bidomînin.