Kujerê Kaderê hat girtin 2023-03-06 18:24:02   ŞIRNEX - Çawişê pispor jina ku pê re zewicandî Kader Bayindir qetîl kir,  hatgirtin.   Li Taxa Ofîsê ya Silopî ya Şirnexê jina bi navê Kader Bayindir ku ji navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ye, di 4’ê adarê de li malê bi awayeke mirî hat dîtin. Piştî ku cînarên Kaderê pê hesiyan gelek polîs, leşker û xebatkarên tendûristiyê hatibûn cihê bûyerê. Cenazeya Kaderê ji bo otopsiye rakirin nexweşxaneya Şirnexê.    Der barê bûyerê de ji hêla Serdozgeriya  Silopyayê  lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya lêpirsînê de çawîşê pîspor ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin. Piştî îfadeyê çawişê pispor hatiye girtin.