TJA'yê ji girtiyan re kart şandin 2023-03-06 15:22:40   COLEMÊRG - TJA û Meclisa Jinan a DHP'ê, bi minasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re kartên hevgirtinê şandin.   Tevgera Jinên Azad (TJA)  Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û  endamên Meclisa Dayikên Aştiyê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de ji jinên li girtîgehê girtî re kartên hevgirtin û piştevaniyê şandin.   Jinên ku li Rêxistina HDP'ê ya bajêr a Colemêrgê hatin gel hev, di serî de kartên ku wê bişanda amade kirin û ji postê (PTT)  ji girtîgehê re şandin.