Dayika Aştiyê Haci Şîrîn Unat hat veşartin 2023-03-06 14:48:55   AMED - Dayika Aştiyê Haci Şîrîn Unat bi beşdarbûna girseyek mezin re  hat veşartin. Dayikên Aştiyê ew li ser milê xwe oxir kirin.   Dayika Aştiyê Haci Şîrîn  Unat (78) a jiyana xwe ji bo têkoşînê derbas kir û dayika Dr. Ferhan Unat (Dr. Çeko) bû ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, xwîn çû ser mejî û jiyana xwe ji dest da.   Cenazeyê Dayika Aştiyê piştî nimêja nîvro bi beşdarbûna girseyek mezin re li Goristana Yenîkoyê hate definkirin. Dayikên Aştiyê ew li ser milê xwe hilgirtin û oxir kirin. Meclîsa Dayikên Aştîyê, TMMOB, KESK û TUAY- DER di merasîma cenazeyê de amade bûn.   Wê malbata Dayika Aştiyê Haci Şîrîn, şînê li mala şînê ya Mizgefta Bediuzaman a Diclekenta Amedê dayne.