Ji bo 8'ê Adarê li Şehbayê panel hat lidarxistin 2023-03-06 13:57:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinê ya PYD'ê li Efrîn-Şehbayê bi munasebeta 8’ê Adarê panel li dar xist.   Bi dirûşma "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa Jinê ve" îro Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Efrîn- Şehbayê komcivînek bi hatina Roja Jinê ya Cîhanê li hola navçeya Fafîn a kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Di komcivînê de endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Efrîn-Şehbayê beşdar bûn.   ‘Jinê di dîrokê de civak bi rê ve dibir ’   Komcivînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê endama Meclîsa giştî ya partiyê Rûdîn Mohemed ve metna komcivînê bi navê "Tekoşîna me azadiya me ye, berxwedana me serkeftina me ye" hate xwendin. Rûdîn Mohemed di metnê  de bal kişand ser pêvajoyên ku jin di dîrokê de tê re debas bûye û got: "Jinê di dîrokê de civak bi rê ve dibir û wekhevî belav dikir lê ji aliyê hêzên desthiladar ve hate tepisandin û hemû mafên wê jê hatin dizîn. Di serdemên dayiksalarî de jinê xwe pêş xist û weke xwedawend dihat nasîn. Her wiha jin bû bingeha civakê û bi rêxistin dikir. Li hember hêzên desthiladar jinê teslîmkarî qebûl nekir û heya roja iro jî li dijî desthiladariyê têdikoşe. 8'ê Adara 1857'an bû çirûska rastiyê ya yekemîn ku bû bingeha rêxistinên jinê ya li hember hêzên desthiladar. Tevgerên jin ên ku derketin jî karîbûn di jiyanê de mafê xwe yên rawa bi dest bixin."   Di berdewamiya bendê de hate diyarkirin ku "Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hiştin ku jin bêhtir cewhera xwe nas bike û li rastiya xwe vegere. Şoreşa Rojava jî bû bersiva herî mezin a ji bo azadiya jinê. Her wiha jinê di şoreşê de xwe di warê leşkerî, siyasî û diplomasîyê de îsbat kir."